Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Pejirandina Budcê ne “Serkeftin” e


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje çi “serketî” nînin jibo pejirandina bernivîsa biryareke taybet bi dawî anîna pirsgirêka daxistina beşeke hikûmeta federalî ya Amerîkî.

Roja Pêncşembî li Seraya Spî, rêzdar Obama got kirîza ku bo eger beşek ji hikûmetê 16 rojan daxistî be “zîyaneka ku qed ya pêdivî nebû” gehande aboriya Amerîkî.

Serok Obama got, gelê Amerîka “Her bi hemî ve ji Washington westiyayne,” û demê hindê ye ku baweriya wan carek din bi destve bînin.

Kongresa Amerîkî şeva Çarşemê deng da jibo pejirandina bernivîsa biryareke taybet bi dawî anîna pirsgirêka daxistina beşeke hikûmeta federalî ya Amerîkî.

Kongresê herwiha bernivîseke taybet bi zêdekirina astê wergirtina deynan ji layê hikûmeta federalî ve pejirand.

Encûmena Nûneran bi 285 hemberî 144 dengan bernivîsên herdu biryaran pejirand.

Encûmena Senatoran jî bi 81 hemberî 18 dengan bernivîsên biryaran pesend kir.
XS
SM
MD
LG