Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paytextê Îraqê 6 Kes Hatin Kuştin


Karbidest li Îraqê dibêjin otombîleka bombekirî ku cadeka pir hatûçû li Bexdaya paytext kirbû armanc bu egera kuştina 6 kesan û birîndarûna 16 kesên din.

Karbidestên polîsan dibêjin teqîn li taxa Maştal li rojhilata paytextî qewmî.

Karbidestên saxlemiyê jimara hingaftîyan piştrast kir. Lê hemû karbidestan nexwest navê xwe bêjin ji ber ku destûra wan nehatibû dan ku pêzanînan bidin rojnamevanan.
XS
SM
MD
LG