Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Kes li Maleke Kristiyan li Sûriyê Hatin Kuştin


Roketek li maleke bajarokê Seded yê piranî Kristiyan li naverasta Sûriyê ket û pênc kes hatin kuştin, li gorî çalakvanan.

Ramî Ebdulrehman, serokê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan got ku sê jin di nav kesên kuştî de bûn. Wî got, ne diyar e ka roket ji alîyê leşkerên Sûrî de hatibû avêtin, yan ji alîyê serhildayên ku ev bûye hefteyek hewil didin wî bajarokî kontrol bikin.

Hevdem, şer û pevçûn li navbera leşkerên Sûrî û serhildayên ser bi el Qayîde ve roja Yekşemê berdewam bû.

Di encama şer de, rûniştevan ji malên xwe de asê mane, yan jî neçar bûne ku ji bajarok birevin bajarê Humsê.

Serokê Çavdêrîya Sûrî got ku hêzên hikûmeta Sûrî hêdî hêdî bajarokê Seded careke din kontrol dikin.
XS
SM
MD
LG