Lînkên eksesibilîtî

Pevçûna PYD û Îslamîyan Dîsa Derbasî Tirkîyê Dibe


Şervanekî PYD li ser xaleke kontrolê
Dîyarbekir- Roja Duşemê pevçûna navbera PYD û Cebhet el Nusrayê ya ku li Serê Kaniyê pêk hat, guleyek hawinê li xanîyekî li Ceylanpînara Ruhayê ( Serêkanîya Serxetê) ket.

Bi derba guleyê dîwarê malê ruxiya û xwedîyê malê Îdrîs Akgul (33) jiyana xwe ji dest da, keça wî Derya Akgul birîndar bû.

Şaredarê Ceylanpînarê İsmaîl Aslan ji Dengê Amerîka re destnîşan kir, jiber pevçûnên navbera El Nusra û PYD navçeya Ceylanpînarê rastî gelek ziyanê hatîye û ev şer herî zêde li Tirkiyê zerarê dide navçeyê.

Birêz Aslan got tesîra dewletê li ser rêxistina El Nusra heye û bixwaze dikare pêşîyê li van bûyeran bigire.

Îsmaîl Aslan hewiha îfade kir ku li Ceylanpinarê hizûr nemaye, derûnîya şênîyên navçeyê xera bûye, herwiha aborî têk çûye û esnaf di tengasîyê de ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG