Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîlan Elmas: Koçberî Jina Kurd ji Aborîyê Dûr Dixe


Şîlan Elmas
Şîlan Elmas
Koferansa “Jibo Vegera Gundan ya Koçberên Bi Darê Zorê” li Dîyarbekirê destpêkir. Konferansa ku ji alîyê aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê lidarxistin ê du roj dewam bike. Runiştina pêşî ya konferansê li ser mijara “Di Kurdistanê de Ji Şunwarkirina Bi darê Zorê” bû.

Sekreterê Giştî yê Komela Sarmaşikê Şerîf Camci jî bi gotara bandora Xizanî û ji şûnwarê xwe hatin rakirin beşdar bû û dîyar kir koçberîya di salê 90î, bandoreke pir mezin çêkirîye li ser civak û aboriya Kurdan. Birêz Camci ifade kir dewletê bi darê zorê gundê Kurdan vala kir û xwest ku sîxurî, qorîcîtî û xiyanetê li ser wan ferz bike. Herwiha got bi vê rêyê li ser kurdan pişaftneke mezin jî da destpêkirin di encama vê koçberkirinê de xizanî û feqîrî pêtir bû.

Birêz Camcî got divê pirsgirêka Kurd û pirgirêka xizanîyê li herêmê pêkve were çareser kirin. Herwiha anî ziman divê projeyên berbiçav yên partîyên siyasî yên Kurd hebin û vê divê Kurd vê pirsgirêkê paşgoh nekin.

Cîgira Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Dîyarbekir Şîlan Elmas ji Dengê Amerîka re got koçberî hemî civakê dike bin bandora xwe û destnîşan kir rola jinan di aborîyê de pir mezin e lê di encama koçberîyê de jin ji aborîyê hatiye dûrxistin. Birêz Elmas daxuyakirin divê jin careke din li roja xwe vegerin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG