Lînkên eksesibilîtî

Bahoza Haiyan li Naverasta Filipînê Dide


Yêk ji bihêztirîn bahozên ku heta niha qewmîn li naverasta Filipînê daye, ku li wir bûye egera xişyana erdî, herifindina avehiyan û kuştina bi kêmî sê kesan.

Ji ber Bahoza Haiyan ku roja Înê, îro li giravên Leyte û Samar daye, elektrîk û rêkên peywendîyê li gelek ji giravên Filipînê hatine birîn.

Ew bahoz ku li Filipînê bi nave Yolanda tê nasîn, tundiya bayê wê gehişte 350 kîlometran di demjimêrekê de.
XS
SM
MD
LG