Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tundûtujîyên Îraqê 19 Kes Hatin Kuştin


Polis dibêjin peqîna bombekê li cadeka biqerebalix li Mûsil li bakura Îraqê bû egera kuştina 12 kesan û birîndarbûna 30 kesên din.

Berî wê peqînê, bombek piştî nêvja Înê teqî demê nêvjkerên Sunî ji mizgefta Alî Bin Abî Talib li Bexda derkeftîn. Bomba diwê çend çirka piştî teqîna yekê her li wê cadê peqî ku bi gotina polîsan bû egera kuştina pênc kesan û birîndarbûna 15 kesên din.

Li bajarê Feluce li rojava, bingehekê berê yê al Qayda 65 kîlometran wêvey Bexda, çekdaran teqe li seyterekê kir û du polis kuştin û du birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG