Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Biryara Beşdarîyê di 'Jinêva 2' de Nedaye


Hevbendîya Niştimanîya Sûrî li Stenbolê, Tirkîyê kom dibe heta biryarê bide ka pişikdarî danûstandinên aştîyê bibin ku welatên desthilatdarên cîhanê li ser kar dikin konferansa aştîyê li Geneva rêk bixin.

Ev komela rikabera Sûrî rijde kû ewê beşdarî konfêranse bibe bi tenê eger Serokê Sûrî Beşar Esed dev ji desthilatê berdet. Lê pêşvenêrê N.Y û Komkara Ereban Lexder Brahîmî got, divê şert û mercên pêşwext neyên danan.

Li Istanbulê, endamê hevbendîyê Haîsam Maleh got, wî guman heye konferansa Geneva serkeve. Wî got, endamêm hevbendîyê amadeyî konfêrans nabin eger rijêma Esed berdewam be liser kuştin û girtina xelkê Sûrî û welatî wêran bike.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, endamê Encûmena Niştimanîya Kurdên Sûrîyê Dr. Abdulhekîm Beşar got, niha endamên Hevbendîya Niştimanîya Sûrî helwîstên cuda hene û ew bawer dikin divê danûstandin jibo dîtina çareseryê be ne bitenê jibo danûstandinan be.

Birêz Bişar gote Dexîlê Şemo, eger Kurd ketin Hevbendîya Niştimanîya Sûrî, ewê amadeyî Geneva 2 bin û beşdarî hikumeta demê veguhastinê bin.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê faylê deng dagire:

Hevpeyvîn digel Abdulhakîm Bşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG