Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama peqînên dijî hêzên ewlehîyê û Hacîyên Şîa de herî kêm 18 kes li wî welatî hatine kuştin.
Peqîna herî kujêr îro Çarşemê li bajarê Tîkrît qewimî ku êrîşvanekî xwekuj otomobîla xwe li xaleke kontrolê peqand.
Di wê peqînê de bi kêmî ve 10 kes hatine kuştin ku 2 ji wan polîs bûn.
Li Baquba jî di encama sê peqînên girêdayî hev de, ku Hacîyên Şîa kir armanc, herî kêm 8 kes hatine kuştun û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Demûdest kesekî berpirsîya êrîşan bi ser xve ve negirt lê tundrêyên Sunnî pir caran Şîayan dikin armanc.