Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon: Nakokîya Sûrî Gefeyê li Aramîya Libnanê Dike


Sekreterê NY Ban Ki Moon
Sekreterê NY Ban Ki Moon
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon roja Çarşemê hişyarî da ku nakokîya li Sûrîyê bandoreke cidî li cîrana wê Libnanê dike û got ku tundûtûjîya sînor derbas dike gefeyê li aramî û ewlekarîya Libnanê dike.

Birêz Ban got ku nakokîya Sûrî ku temenê wê bû 2 sal û nîv bûye sedem ku bêtirî 800 hezar penaberên Sûrî birevin Libnanê. Vê yekê jî li gorî wî, bandor li aborîya Libnanê kiriye û fişarên civakê jê re peyda kiriye.

Di raporteke Civata Ewlekarîya NY de ku roja Çarşemê hate belavkirin, birêz Ban Ki Moon bombekirin û êrîşên ji alîyê Sûrîyê li dijî Libnanê şermezar kir û bang li hemû alîyan kir ku rêzê li sînor bikin. Wî herwiha got ku bombekirinê welatîyekî Libnanî birîndar kiriye û ziyanên maddî peyda kiriye.
XS
SM
MD
LG