Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirseke NY: Alîkarîya jibo Filipînê Têrê Nake


Berpirsa mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos serdana bajarê Takloban yê Filipînê kir, cihê ku lehîyeke mezin lê rabû. Xanim Amos dibêje, ewlahiya yekemîn ew e ku alîkarîya sereke bigihêje qurbanîyan.

Xanim Amos roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku alîkarîya ku digihêje deverê têrê nake, pênc rojan piştî ku Lehîya Haiyan li wê herêmê da.

Hikûmeta Filipînê dibêje ku jimara kuştîyên jiber lehîyê gihiştîye 2344 kesan. Karkerên rizgarkirinê xembar in ku ev jimar bilindtir bibe, jiber ku hîn gelek dever hene ew nikarin bigihêjin wan.

Li Neteweyên Yekbûyî, peyvdar Martin Nesirky rêkên girtî bûne astengî li pêş karkerên alîkarîyê ku firaxan bigihînin qurbanîyan.

Jimarek ji rêxistinên alîkarîyê hewil didin xwe bigihînin qurbanîyan. Rêxistina Programa Xwarina Cîhanî dibêje wê birinc gihandiye 50 hezar kesî li devera Takloban. Rêxistina Saxlemîya Cîhanî jî dibêje ku ew tîmên saxlemîyê û firaxan digihîne deverê, li xwegihandina bo wan kesên hewcedar hîn wekî zehmetî dimîne. Heta nuha tîmên alîkarîyê ji Australia, Japon, Almanya yan birêve ne yan jî gihiştine herêmê.

Serokê Amerîkî jî Barack Obama got ku Amerîka dê bi çi alîkarîya ku karibe bide pêşkêşî Filipînê dike.

Di daxuyanîyekê de roja Çarşemê, birêz Obama herwiha got ku Amerîka alîkarîya Amerîkîyên bi esil Filipînî dike, ewên ku mirovên wan li herêma ziyanditî hene.
XS
SM
MD
LG