Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmed Alî: PYD Bêtir Xwe Wek Sûrî Dibînin


Biryar e ku konferansa taybet bi aştiya Sûriyê bi beşdariya opozisyon û rejîma Sûrî di meha 12’ê de li Jinêvayê birêve biçe.

Siyasetmedar Ahmed Alî dibêje ku kongreyeke navneteweyî nikare qeyrana Sûriyê çareser bike, jiber ku birîn pir kûr bûye û nêrînên herdu aliyên krîzê gelek dûrî hev in.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka Birêz Ahmed herwiha got ku çareserî di destê Sûriyan de derketiye û niha di destê dewletên mezin yên cîhanê ye.

Birêz Ahmed Alî herwiha siyaset û helwêsta partiyên Kurdî jî rexne kir û got ku “Encûmena Niştîmanî ya Kurd hemû kaxezên xwe teslîmî opozisyona Sûrî kir û Partiya Yekîtiya Demokrat li rejîma Beşar El Esed nêzîk e.”

Siyasetmaderê Kurd herwia got ku “dijminê Kurd di hindurê Sûriyê de yek e, dijmin di nav rejîmê de heye û di nav opozisyonê de heye û hemû dixwazin ku Kurd ne yek bin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG