Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrîş Li ser Balyozxana Îranê li Beyrut


2 Teqînanan li nêzîk balyozxana Îranê li Lubnanê 23 kes kûştin

Teqîna 2 bomban li nêzîk balyozxana Îranê li Beyrut paytextê Lubnanê bi kêmî 23 kes kuştin, dîplomatekê Îranî dinav wan deye.

Karbidestan got, di teqînên sêşem da li başura Beyrutê kû ji encamê karekê xwekujî bu û di pêra teqîna otombêleka bomb kirî, 146 kesên dî birîndar bun.

Balyozê Îranê li Lubnanê got, dîplomatê kuştî berpirsê pişka kelturîya ya balyozxanê Şêx Îbrahîm Ansarî ye.

Girupekê ser bi al-Qaide bi navê Ketaib Abdullah Azzam berpisyarîra xwe ji teqînan ragihanîye û gefeyên hêrîşên pitir dike eger Îran hêzên xwe ji Sûrîyê venekişîne.

Ev teqîn li rendeka asê ya milîtanên Hizbullah yên Lubnanê bû kû Îran piştevanîyê li wan dike . Evsal 2 hêrîşên dî yên bomban li wir hatin encamdan.
XS
SM
MD
LG