Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredariyên Bajarên Kurdî li Sûriyê Serdana Diyarbekirê Dikin


Jibo tecrûbeya kar û xebatên rêveberîyên herêmî di cî de bibinin, ji şaredarîyên bajarên Kurdan li Sûriyê şandeyek hat Diyarbekirê.

Di nav şandê de ji Kobanê, Dirbesîyê, Tiltemir, Efrîn, Dêrik, Amûdê û Qamişloyê 20 xebatkar hebûn û ew hefteyek li Dîyarbekirê man, jibo tecrubeya kar û xebatên şaredariyan beşdarê semîneran bûn.

Endamê Şaredarîya Dêrikê Ziyad Mihemmed destnîşan kir hikumet tu kar û xebatan nake li herêma Kurdan û ew mecbur mane ku dest bi xizmetên şaredariyê bikin.
Ji Efrînê Nurşan Hisên jî da zanîn jiber rewşa aloz ya Efrînê, gelek astengî hene li pêşîya xizmetên şaredarîyê.

Şoreşvan Elî Endazayarê Şaristaniyê ye û ew jî wekî hevalê xwe li Şaredarîya Efrînê bi dilsozî dixebite. Wî destnîşan kir jibo xizmetên şaredarîyê imkanên wan qet tunene herwiha da zanîn gelek feyde girtine ji vê serdanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG