Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Talîbanê de 6 Kes li Afganîstanê Hatone Kuştin


Çekdarên berguman yên Talîbanê 6 karmendên alîkarîyê li Afganistanê kuştin û 1 karmen jî birîndar kir.

Karbidest dibêjin, çekdaran roja Çarşemê êrîş kire ser karmendên rêxistineke alîkarîya Fransî bi navê ACTED li herêma Faryab ya bakurê welêt.

Rêxistina ACTED di beyannamekê de ragihand, karmendên wê, ku hemî Afganî bûn, evro rastî êrîşekê hatinê dema bi otomobîlê li herêma Faryab sefer dikir.

ACTED ragihand ku 7 kes di wê otomobîlê de bûn û 6 ji wan hatine kuştin û yek birîndar bû. Rêxistina Fransî herwiha bi tundî ew êrîş şermezar kir.

Hejayî gotinê ye êrîşên Talîbanê li Afganistanê zêde dibin di vê demê de ku NATO xwe amade dike ku li sala tê hêzên xwe li Afganistanê vekşîne.
XS
SM
MD
LG