Lînkên eksesibilîtî

Dozgerê Giştî yê Misirê Fermana Girtina Bizavkarên Girîng Dide


Dozgerê Giştî yê Misirê fermana girtina ku çalakvanên mezin da, bi tometa handina encamdana xwepêşandanan li dijî qanûneka nû ku xwepêşandanên bê molet qedexe dike.

Fermana girtina herdu çalakvan Ahmed Mahir û Ala Abdul Fetah evro Çarşemê, rojekê piştî girtina 24 çalakvanên dî ye, ji ber beşdarîya wan li xwepêşandanên Qahîre, piştî du grubên biçûk li pêş avahiya parlamenê xwepêşandan kirin û ji layê polîsan ve bersîngê wan hate girtin.

Komela Îxwan El Muslimîn ya Îslamî rexne li hêzên parastinê girt û ragihand ku bersîng girtina xwepêşanderan, her wek taktîkên Serokê berê Husnî Mubarek e.

Peyîvdarê balê sîyasî yê Îxwan El Muslimîn roja Çarşemê radigihînin ku reftarê hêzên parastinê, wan zordarî û binpêkirina azadîyan û mafên mirovan tîne bîra mirovan ku di dema desthilata takrê ya Mubarek de çêdibûn.

Îxwan qanûna berbendkirina xwepêşandanan bê molet bi qanûneke hov binav kir ku armanca wê bêdengkirina opozîsyonê ye, li gorî gotina wan.
XS
SM
MD
LG