Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Vekolîna Kuştina Zarokekî li Afganistanê Bike


NATO soz dide ku vekolînekê ser êrîşa esmanî li başûrê Afganistanê bike ku karbistên xwecihî dibêjin 1 zarok tê de hate kuştin.

NATO dibêje ewê raportên ser mirina zarokekî vekole.

Serokê Afganistanê Hamîd Karzayî jî got, êrîşa esmanî ya Pêncşemê li Helmand nîşan da ku Amerîka rêz li jîyana Afganîyan nagire.

Di mudaxeleya leşkerî ya Amerîkî de ku berî 12 sal destpê kiribû, kuştina kesên sîvîl bûye yek jî kêşeyan herî mezin.

Birêz Karzayî hişyarî da ku bûyera dawî, gefe li ser peymana pêşniyarkîri ya ewlehîyê bi Washingtonê dike.

Li ber e ew peyman dîyar bike ku hêzên Amerîkî piştî 2014an li Afganistanê bimînin yan ne.

Washington giwaştin li ser hikûmeta Afganî dike ku peymaneke nû îmza bike yan jî ew dê hemî hêzên xwe ji wî welatî bikşîne.
XS
SM
MD
LG