Serfermandarê nû yê artêşa Pakistanê General Raheel Şerîf îro Înîyê, bi merasîmeke leşkerî dest bi karê xwe yê nû kir.
Di merasîmê de ku li navenda giştî ya artêşê ya li Rawalpindî hate kirin, General Şerîf posta xwe ji serfermandarê berê General Eşref Kayanî wergirt ku ji sala 2007an vir ve wî karî dikir.
Di dema Kayanî de cara yekê bû ku desthilata Pakistanê ji hikûmeteke derbazî hikşûmete din bibû ku bi rêyên demokratîk hatibûn hilbijartin.
Di wan salên bin fermana Kayanî de artêşa Pakistanê pirtir li dijî Talîbana Pakistanê şer kiribû ku di şerê wê de bi hezaran kes hatibûn kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku serfermandarîya artêşa Pakistanê yek jî postên herî hêzdar ya wî welatî ye.