Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Kes di Trêna New York de Hatin Kuştin


Bi sedema derketina trênekê ji rêrewa xwe li New York, bi kêmî ve çar kes hatin kuştin.

Di bûyera roja Yekşemê de herwiha 60 kesên din birîndar bûn.

Karbidest dibêjin ku bêtir ji 100 kes di wê trênê de bûn dema li devera Bronx ya New York ji rêrewa xwe derçû.

Fermandarê New York Andrew Cuomo got ku heta nuha karbidest nizanin ka sedema wê bûyerê çi bû û li benda lêkolîna Desteya Niştîmanî ya Selametiya Guhastinê ye.
XS
SM
MD
LG