Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Taner Yildiz û cîgirê serokwezîrê Îraqê Husên Şehristanî rêkeftin ku hinartina neftê ji her cihekî Îraqê bo Tirkîyê divê bi rezamendîya bexdayê be. Di seredana Îraqê de birêz Yildiz hewl da hikûmeta navendîya Îraqê qayil bike rêkeftinên di warê neftî de ligel Herêma Kurdistanê pesend bike jibo berjewendîya her sê alîyan. Tirkîyê bi hêvîya hevkarîya Îraqê ye di warê bazirganîya neftê de ligel Herêma Kurdistanê.

Berî çend rojan serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê bû bo danûstandinan liser derxistin û hinartina nefta Herêmê bo Tirkîyê, lê belê hikûmeta Bexdayê nerazîbûna xwe dîyar kir. Gelo Tirkîye wê bikaribe hikûmeta navendîya Îraqê qayil bike? Eve naverokê hevpeyînekê ye ligel Dr. Bêwar Xinisî, pisporê geolojî ya neftê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG