Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke êrîşan li Îraqê, bi kêmî ve 24 kes hatin kuştin.

Li bajarê Tarimiyeh, çekdaran êrîşa ofîsa şarederê bajarî kirin. Di destpêkê de ofîsa şaredarî rastî êrîşên bi hawinan hat û êrîşberekî xwekuj bombên xwe di ofîsê de teqand. Çekdaran paşî ofîs şewitand.

Karibdest dibêjin ku di wê êrîşê de 10 kes hatin kuştin, ku şeş ji wan polîs bûn. Herwiha 18 kesên din birîndar bûn.

Herwiha di êrîşên din de li seranserê welatî roja Sêşemê, bi kêmî ve 14 kesên din hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG