Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Çalakî Jibo Berdana Girtîyên Nexweş yên Kurd


Li Stenbolê li ber Sazîya Tiba Edlî, bi mebesta berdana girtîyên sîyasî yên nexweş ji girtîgehan çalakîyeke girseyî pêk hat.

Çalakîya girseyî roja Çarşemê bi beşdarîya malbatên girtîyên nexweş, ji alîyê Komeleya Xizmên Girtîyan (TUAD) û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ve hate saz kirin.
Rêvebirên BDP’ê û TUAD’ê bal kişandin ser rewşa 562 girtîyên Kurd yên li girtîgehên seranserê Tirkîyê ku 164’ê wan bi nexweşîyên giran re têdikoşin.
Piştî daxuyanî û axaftinan, raporên pizîşkî yên derbarê girtîyên nexweş bi beşdaran re hatin parve kirin.

Serokê Tayê Stenbolê yê TUAD’ê Recep Belek, ji Dengê Amerîka re dipeyive ku balê dikişîne ser hewildanên Komeleya wan û malbatên girtîyan.

Rihan Akgul ku xizma girtîyê nexweşê giran li Girtîgeha Dîyarbekir Saîd Akgul e ji Dengê Amerîka re agahîyan li ser rewşa birayê xwe dide ku daxwaz dike girtîyên nexweş demildest werin berdan.

Yek ji beşdara vê çalakîyê dayika bi navê Xelsê Bulut, gotinên Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê valakirina girtîgehan bibîr dixe ku bang dike sozên xwe bi cî bînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG