Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ashton: Ukrayna bi Nîyet e ku Rêkeftina bi YE Îmza Bike


Viktor Yanukovych û Catherine Ashton
Viktor Yanukovych û Catherine Ashton
Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa Catherine Ashton dibêje, Serokê Ukrayna Viktor Yanukovic bi nîyet e ku rêkeftineke bazirganî bi YE îmza bike ku wî meha borî red kiribû.

Îmzanekirina birêz Yanukovic bibû sedem ku dijî hikûmeta wî xwepêşandanên girseyî li seranser Ukrayna destpê kiribûn.

Xanim Ashton îro Pêncşemê li Brukselê ji rojnamevanan re axifî, piştî ku wê li Kîev hevdîtinek ligel Serokê Ukraynî Yanukovich kiribû.

Ashton got, dîyar e ku problemên Ukrayna yên aborî û diravî yên kindemî dikarin bi rêya rêkeftina bi YE çareser bin û berhemkarîyên nû ji Ewropa werin wî welatî.

Hevdem, xwepêşandanên dijî hikûmetê berdewam dikin û xwenîşandêr daxwaza peywendîyên xurtir bi YE dikin.
XS
SM
MD
LG