Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Jibo Cîhanîna Rêkeftina Navokî ligel Îranê Dem Gerek e


Yekîtîya Ewropa dibêje, hîn pirtir kar hewce ye heta ku hêzên cîhanê bikaribin peymana navokî ya meha borî ligel Îranê cîh bînin.

Karbidestên ji gruba 5+1 û Îran ve hefteyê çar caran li Vîyena civîyabûn da ku hurgilîyên rêkeftina navokî dîyar bikin.

Li gor wê rêkeftinê divê Îran programa xwe ya navokî ragire û beramber wê jî, hêzên cîhanê toleyên aborî yên ser Îranê rakin.

Berdevkekî Berpirsa Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewropa Catherine Ashton îro Înîyê got, danûstandin bi berfirehî didomin.

Wî lê zêde kir û got, eşkere bû ku hîn pirtir kar hewce ye heta ew peyman dawî be jiber ku mesela gelek tevlihev e.

Heman berdevk bi berdewamî dîyar kir ku di demên pêş de ew hurgilîyên teknîkî bi dawî werin û rêkeftin bi awayekî konkrît û pêşçav pêş bikeve.

Rêkeftina 24ê Mijdarê wek mizginîya peymaneke berfireh ya navbera welatên Rojava û Îranê tê dîtin.

Amerîka û welatên Ewropî bi xem û fikar in ku Îran hewil dide ku çekên navokî biafrîne, lê Tehran wê yekê red dike û dibêje programa wê jibo mebestên aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG