Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Salvegera Qurbanîyên Dibistana Sandy Hook Bibîr Tîne


Serokê Amerîkî Barack Obama gotara xwe ya hefteya vê carê bikar anî jibo bibîrxistina 26 zarok û mamosteyên ku berî salekê di teqelêdanekê de li bajarê Newtown yê wîlayeta Connecticut hatibûn kuştin.

Birêz Obama roja Şemîyê got ku wekî dê û bav û Amerîkî, nûçeyên mirina şeş karmendên dibistanê û 20 zarokan bûn sedema xembarîyê. Wî herwiha got ku Amerîkî hest kirin ku ev trajedî êdî rawestin, û jibo rawestandina wan, divê guhertin pêk were.

Serokê Amerîka pêde çû û got ku guhertina rastîn dê ne ji Washington were, lê belê ji gelê Amerîkî.

Koçka Spî roja Înîyê got ku Serok Obama dê bi kêlekeke bêdeng roja Şemîyê demjimêr 9 û nîvê sibehê bi dema rojhilata Amerîka rêzê li qurbanîyên dibistana Sandy Hook bike.
XS
SM
MD
LG