Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmet û Opozisyona Sûrî jibo Azadkirina Rahîbeyan Gotûbêjan Dikin


Nexşeya Sûrî
Nexşeya Sûrî
Du çalakvanên Sûrî dibêjin ku hikûmet ligel serhildayan gotûbêjan dike jibo piştrastkirina azadkirina komeke jinên oldar yên Mesîhî ji alîyê çekdarên opozisyonê hatine girtin.

Berdevkekî Lîwa el Hebîb el Mistefa roja Şemîyê got ku çekdarên opozisyonê dixwazin hikûmeta Sûrî bi sedan çalakvanên jin azad bike, hember azadkirina her 12 jinên oldar yên Mesîhî.

Berdevk Ebû Nîdal got ku ew di danûstandinan de nebeşdar bû, lê wî agahîyên xwe ji şervanên din werdigirt.

Ev danûstandin herwisa ji alîyê çalakvanekî navdar yê opozisyona Sûrî hatin piştrastkirin. Çalakvanê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku danûstandinan destpê kirin yekser piştî ku jinên Yûnanîyên Ortodoks li dêra xwe ya Mar Teqla li bakurê Şama paytext li 6’ê vê mehê hatin girtin.

Hikûmeta Sûrî ti gotin li ser van nûçeyan nedaye.
XS
SM
MD
LG