Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oldarekî Şîe yê Îraqê Fetwa Şer li Sûrîyê Dide


Oldarekî mezin yê Şîe li Îraqê jibo cara yekem fetwak olî derxist tê de rê dide Şîa ku di şerê navxweyî yê Sûrîyê de ligel hêzên Serok Beşar Esed şer bikin.

Fetawaya ku ji alîyê Ayetollah Kazim el Hayerî derket, di demekê de tê ku bi hezaran şervanên Şîa ji Îraq û Libnanê roleke mezin di şerê li Sûrîyê de dilîzin. El Hayerî yek ji mamosteyên melayî Şîa yê radîkal Muqtada el Sedir e.

Dibe ku ev banga el Hayerî asta tayîfîyetê li Sûrîyê zêdetir bike, bi taybet ku piranîya serhildayên şerê hêzên Esed dikin Misilmanên Sunnî ne. Rewş gelekî xirabtir bûye ligel hatina çekdarên Sunnî û Şîa ji derveyî Sûrîyê.

Hêjayî gotinê ye ku Ayetollah el Hayerî li bajarê Qum yê pîroz dimîne, ku wekî paytexta Îranê ya olî tê jimartin.
XS
SM
MD
LG