Lînkên eksesibilîtî

Nûnerê PYD Akaş û Hevdîtinên MGRK û ENKS


Endamên Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê ligel Leyla Zana û Osman Baydemîr
Ev sê roj in ku Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) li Hewlêrê hevdîtina dikin ku keşeyên heyî çareser bikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Cafer Akaş, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) yê Herêma Kurdistana Îraqê agahîyên girîng li ser rewşa dawî ya Kurdistana Sûrîyê dide.

Birêz Akaş li ser hevdîtinên navbera MGRK û ENKS dibêje, her du alî jî hewil didin ku di xalên girîng de, taybetî jî ser Kongreya Cenevre de helwesteke hevbeş derxin pêş.

Akaş raportên hin dezgehên raginadinê jî bi tundî red dike ku hevserokê PYDê Salih Mislim dê ji karê xwe were dûrxistin.

"Nûçeyên wiha derew in û ne ahlaqî ne. Birêz Mislim jiber programên berê de hatine amade kirin, li Rûsya ye."

XS
SM
MD
LG