Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Tirkiye bi 40 Rojnamevanên Girtî li Cîhanê li Rêza Yekê ye


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di derbarê rojnamevanên girtî de rapora salane eşkere kir.
Li gorî raporê îsal li hemî cîhanê 211 rojnamevan di girtîgehêdene û di listeye de Tirkîye bi 40 rojnamevanên girtî di rêza yekê de ye.
Jimareke zêde ya vê rêjeyê ji rojnamevanên Kurd yên ku ji Doza KCKê hatine girtin pêk tê.

Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Nûjen yên Tirkîyê, Ahmet Abakay ji Dengê Amerîka re got “Li Tirkîyê azadîya îfade û ragihandinê nîne."

Abakay di dewamîya axaftina xwe de dîyar kir “Hemî jî jiber karen ragihandinê hatine girtinê. Lê Serokwezîr ji wan re dibêje terorist. Rayedar bi van daxuyanîyan zextê dide ser dadgehan û ev kirin suceke li dijî qanûna bingehîn e.

Birêz Abakay destînşan kir rewşa rojnamevanên girtî bûye meseleyeke sîyasî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG