Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîm Yûsiv: Alîyê Nivîskar yê Sîyasî Cihê Miletê Xwe ye


Nivîskarê Roman û Çîrokên Kurdî Helîm Yûsiv, li ser destpêka nivîskarîya xwe ya li bajarê Amûdê û rewşa sîyasî ya li Kurdistana Sûrîyê dipeyîve.

Ew dibêje, di pêvajoyên qewimînên dîrokî de ‘Pêdivî bi çavê sêyem heye’ ku ev jî bi awira nivîskar ya li berheman çêdibe.

Helîm Yûsiv, bi mebesta 25 salîya nivîskarîya xwe ku pirtûkên wî ji alîyê Weşanxaneya Peywend ve jinûve hatine çapkirin û beşdarîya çend bernameyan hate Tirkîyê.

Me li ser navê Dengê Amerîka derfet dît pê re hem li ser helwesta nivîskarên Rojava hem jî rûdanên sîyasî sohbet bikin.

Ew qewimînên sê salên dawî yên li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bibîr dixe û dibêje, “jiber ku niha qewimînên dîrokî berdewam in, ji nivîskar re pir zehmet e wê kêlîyê di berhemên edebiyatê de bi cî bike.”

Helîm Yûsiv balê dikişine ser, ger nivîskar bi kûrahîya dile xwe girêdayî erd û civaka xwe be, ti sînorên dinyayê nikarin pêşîya beşdarîya wî ya nav êş û kêfxweşîyên civaka wî bigirin.

Ew dide xuya kirin, civaka Kurd ya li Sûrîyê di nav sîyaseta Kurdistana Îraqê û Kurdên Tirkîyê de hatiye parçe kirin ku jibo bikarin ji vê qonaxa dîrokî derbas bibin hêvîyê nadin.
Nivîskarê Kurd, herî dawî kêfxweşîya xwe ya jibo lihevkirina herdu encûmenan li ser çend xalên girîng li Hewlêrê tîne ziman ku dibêje, xala herî girîng yekdengîya jibo beşdarîya kongra Cenevre 2 ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG