Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Batun: Nakokiya Erdogan û Gulen, Şerê Desthilatê ye


Cemal Batun
Cemal Batun
Nakokiyên navbera herdu berokên sereke yên Îslamî di Tirkiyê de eşkere bûn, piştî hêzên polîsî hejmareke hevalbendên nezîk yên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi tometa gendelî binçav kirin.

Ev cara yekemîn e ku AK Partî ya desthilatdar bi rêberatiya Erdogan û cemaata Hizmet ya older Fethullah Gulen bi eşkereyî şerê siyasiyê hevdu bikin.

Nivîskar û şirovekarê siyasî Cemal Batun dibêje ku nakokiya navbera Erdogan û Gulen şerek e li ser desthilatê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Batun got “pêş ku AK Partî desthilata Tirkiyê bi dest bixe, Cemaat bawer dikir ku ew e ew aliyê ku zêdetir tesîra wê li ser Erogan û AK Partî jî heye.”

Birêz Batun herwiha got, lê belê di nav salên dawî de, Serokwezîr Erdogan “xwest ku mesafeyek di navbera xwe û Cemaatê de deyne û diyar bike ku ew e yê ku Tirkiyê birêve dibe.”

Birêz Batun herwiha got ku sê babetên girîng bûn sedema xirabûna têkeliyên navbera Erdogan û Gulen, wek pirsa keştiya Marmara, guherîna serokê MÎT’ê û dibistanên ser bi Gulen li seranserê Tirkiyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:12:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG