Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî ji Xelkê Fellûce Dixwaze Şerê El Qayde Bikin


Nûrî El Malikî
Nûrî El Malikî
Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî daxwazê ji xelk û eşîretên bajarê Fellûce dike ku çekdarên El Qayde li bajarê xwe der bixin, eger bixwazin hêzên artêşê êrîşa wî bajarî nekin.

Di gotareke televizyonî de Serokwezîrê Îraqî roja Duşemê peyamek pêşkeşî xelkê parêzgeha Anbarê kir, di demekê de ku bi dehan malbat li wê parêzgehê revîn ji tirsa şerekî mezin yê çaverêkirî li navbera hêzên hikûmet û çekdaran.

Artêşa Îraqê bajarê Fellûce, li rojavaya welatî, dorpêç kiriye. Li heftiya bihurî, çekdarên El Qayde piraniya taxên herdu bajarên Felluce û Rumadî. Rumadî paytexta parêzgeha Anbar e, ku piraniya xelkê wê parêzgehê Sunnî ne.

Malikî, yê Şîe, ferman da hêzên xwe ku êrîşa taxên rûniştevanî nekin.

Jibo şirovekirina rewşa Îraqê û egera bersiveka tund ji cem hêzên Îraqê li dijî komelên tundrê û cîhadîyan, Dexîlê Şemo ev hevpeyvîn digel Dr. Muhamed Salihzadeh kirî ye;

Hevpeyivin digel Dr. M.Salahzadah
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG