Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojîn: Pêdivîya Kurdan Bi Muzîk û Çanda Populer Heye


Hunermenda Kurd Rojîn ji Dengê Amerîka re dide zanîn, di albuma nû de ji 10 stranan 2 jê bi soranî ne.

Hunermenda Kurd Rojîn, behsa albuma xwe ya nû ku tê çaverê kirin li demek pêş derkeve dike û rewşa muzîka Kurdî dinirxîne.

Rojîn ji Dengê Amerîka re dide zanîn, di albuma nû de ji 10 stranan 2 jê bi soranî ne.
Ew dibêje, jibo fêrbûn û pêşketina zimanê Kurdî li nav ciwanan pêdivî bi çand û muzîka populer heye ku ew jî bi rêya hunerê dikare pêk were.

Hunermenda Kurd behsa bernameya TRT Şeş’ê ku wê pêşkêş dikir jî dike ku dibêje, “her çiqas karê xwe bi kesên Kurdî baş nizanin dikirin jî niha rewş ji berê baştir e.”
Rojîn balê dikişîne ser ku li nav civaka Kurd hê jî muzîka klasîk û dengbêjî li pêş e, lê meyla ciwanên Kurd ber bi muzîk û hunera modern ve diçe.

Ew hêvî dike, bêyî dûrbûna ji Kurdî muzîk û çandeke populer ya paqij ji ciwanên Kurd re were pêşkêş kirin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê failê deng dagire;
Hevpeyivin digel Rojîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG