Amerîka û Rûsya bi hîvîya handana agirbestê ne li Sûrîyê ku li bajarê Heleb ê şer têde gerim dest pêbike. Eve hewleka rêkxweş kirinê ye jibo danûstandinên aştîyê nêvbera layenên dij li welatî.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov û pêşvenêrê N.Y û Komkara Ereban Lakhdar Brahîmî îro Dûşem li Parîsê kombûn û danûstandin jibo wê mebestê kirin û herwesa îmkana lêkguhertina girtîyan û bisanahîkirina gihandina alîkarîyên mirovanî.
Birêz Kerry got, ew bi hîvî ye konfiransê li bere heftîya bê destpêbike, şerê wêrankerê nêzîkî 3 salan li Sûrîyê rawestîne.
Wî got, serkeftin dê destpêkek baş be jibo danûstandinan nêvbera hikûmeta Sûrî û serhildayên dixwazin rijêma Esed biguherin. Wî got jî, layenên dijberên Sûrî dê biryarê li ser rêketinekê bidin û li dawî gelê Sûrî dê biryarê li ser paşeroja sîyasî ya welatê xwe bidin.