Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok: Divê Kongres Delîvê Bide Diyaloga bi Îranê re


Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, divê Îran derîyê derfetê wergire bo pêkanîna peymaneke navokî ya berfireh ligel civaka navneteweyî, û wî careke din daxwaz ji qanûndanerên Amerîkî kir ku qanûna ferzkirina sizayên nû li ser Îranê derbas nekin.

Birêz axivî piştî gotûbêjên ligel serokê Spanya Mariano Rajoy Brey, yê ku serdana Amerîka dike, û tê de behsa pirsgirêkên dualî û Ewropî yên abûrî kirin, ligel babetên girêdayî siyaseta derve û ewlekarîyê.

Peyama birêz Obama jibo Kongresê ew e ku sizayên nû dê derfetên çareserîyeke aştîyane ligel Îranê derbarê programa wê ya navokê têxin metirsîyê de.

Wî roja Duşemê got ku Plana Karê Hevbeş ya demkî dem û cih dide ku peymaneke berfireh were gotûbêjkirin. Wî herwiha gote qanûndaneran ku pêwîst e ew derfetekê bidin prosesê.

Qonaxa şeş meh li 20'ê vê mehê jibo Amerîka û hevparên wê yên grûpa P5+1 û Îranê, destpê dike da ku bigihêjin rêkeftina peymaneke dûmahîk.

Di gotinên xwe de, Serok Obama herwiha bo cara yekê têbînî li ser pirtûka bîranînên wezîrê berê yê berevanîyê Robert Gates da.

Di pirtûkê de, Gates pêgirîya kesayetîya birêz Obama hember misyona Amerîkî li Afganistanê daye ber lêpirsînê ye. Birêz Obama ji alîyê xwe ve, Gates wekî wezîrekî jîr û wekî hevalekî da nasîn û herwiha got ku ya girîng ew e ku siyaseta Amerîkî li Afganistanê rast be.

Jibo direjahîya raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG