Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Referendûma Destûrî li Misirê Birêve Diçe


Gelê Misirê roja Sêşemê dengî li ser bernivîsa destûrê nû yê welatî didin, ku ji layê hikûmeta bi rêberatiya artêşê ve dihête piştgirîkirin.

Bi sedan hezar leşker û polîs li bajarên seranserê Misirê belav bûn jibo parastina bingehên dengdanê û dengderan.

Kesên ku daxwaz ji dengderan dikir ku dengî li dijî destûrê nû bidin, hatine binçavkirin, li gorî ajansa Associated Press.

Ev cara yekemîn e ku dengdan li Misirê birêve biçe, piştî hilweşandina desthilata serokatiya Mihemed Musrî.

Artêşa Misirê li sala bihurî serokê Îslamî Mursî ji desthilatê dûr xist û binçav kir.
XS
SM
MD
LG