Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Xwaringeheke Libnanî li Kabulê Dike Armanc


Desthilatdarên Afganistanê dibêjin, jimara kuştîyan ji êrîşeke Talîban li ser xwaringeheke Libnanî li Kabulê, ku kesên biyan û dewlemendên Afganî serdana wê dikin, roja Şemîyê gihişte 21 kesan.

Di nav wan kesên kuştî de du Amerîkî, du Brîtanî, du Kanadî û karbidestekî Rêxistina Darayî ya Navneteweyî ji Libnanê hebûn.

Herwiha çar karmendên Neteweyên Yekbûyî di êrîşê de hatin kuştin, lê nasnameya wan demûdest nehate diyar kirin.

Karbidest dibêjin ku pênc jin jî di nav kuştîyan de bûn. Bi herî kêm çar kes jî birîndar ketin.

Balyozê Amerîkî li Afganistanê James Cunningham got ku Talîbanê wan kesan dike armanc ewên ku jibo serkeftina Afganistanê hêvî dikin û kar dikin. Wî got, xirabkar tenê wêrankirinê dikin, lê nikarin tiştekî ava bikin.

Desthilatdar dibêjin, êrîşbirekî xwekuj roja Înîyê xwe ji derveyî xwaringehê teqand û du çekdar jî derbasî nav wê bûn û teqe li xelkê kirin. Herdu çekdar jî hatin kuştin.

Koma Talîban berpirsîya êrîşê xiste stûyê xwe û got ku ew wekî tolhildan bû li hember operasyoneke leşkerî wexteke zûtir vê hefteyê li parêzgeha Parwan. Mîlîtanan gotin ku jimareke sivîlan di êrîşa Parwan de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG