Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anli: Îro li Rojhilata Navîn Bitenê Kurd Siyasteke Paqij Dimeşînin


Roja Şemiyê li Dîyarbekirê jibo ku gelê Rojava bi statuya xweya sîyasî beşdarî Civîna Cenevre 2 bibin, ji aliye Partîya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) mîtingek hat lidarxistin.

Parlamentera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir Doza Kurdan doza rûmet, rastî û ya mirovahîyê ye. Wê got îro li ser xaka Kurdan dek û dolab tên çêkirin û bêyî îrada û nasnama Kurdan dixwazin li Rojava planên nû çekin.

Namzedê Şaredariya Amedê Firat Anli jî got îro li Rojhilata Navîn tene Kurd siyasteke paqij û xweşik dimeşînin û kes nikare êdî wekê berê Kurdan bixapînin. Wî bang li payetextên cîhanê jî kir da ku nekevin nav hewildanê xapandinê.

Hevseroka BDPê Gulten Kişanak jî got “PYD li Avrupa her roj hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne lê piştî wan Wezirê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu diçe van hewildanên wan xera dike. Ger Kurd tevlî civîna Cenevre nebin berpirsê wê hikûmeta AKP’ye.

Gulten Kişanak destnîşan kir kes nikare li Rojavayê Kurdistanê hebûna Kurdan înkar bike û got wê Cenvere nebe Lozan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG