Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqî Dest bi Operasyonekê li Enbar Dikin


Karbidestên Îraqê dibêjin, hêzên hikûmetê û mîlîşyayên êlî dest bi êrîşekê kirine jibo hinek beş ji bajarekî li rojavaya Bexdaya paytext ji destên mîlîtanên ser bi el Qayîde vegerînin.

Karbidest dibêjin ku hêz roja Yekşemê ber bi taxine girîng li bajarê Remadî çûn. Remadî paytexta parêzgeha Enbar li rojavaya Îraqê ye û 100 kîlomteran dûrî Bexdayê dikeve. Agahîyên kêm derbarê operasyonê hene.

Li Bexdayê roja Şemîyê, desthilatdar dibêjin ku çar bombeyên otomobîlan û hawinek bûn egera kuştina bi kêmî 14 kesan û birîndarbûna 50 kesên din. Ti kes nizane kî berpirsê wan êrîşên li paytextê bû.

Tundûtûjî ji sala bûrî de li Îraqê zêdetir bûye. Girjî bilindtir bûye ji dema ku mîlîtanên ser bi el Qayîde ve kontrola bajarê Fellûce li parêzgeha Enbar kirin.

Karbidestên Koçka Spî dibêjin, Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden roja Şemîyê ligel Serokwezîrê Îraqî Nûr el Malikî axivî, da ku piştgirîya Amerîka bo şerê Îraq li dijî terora grupa ku bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê, bide xuya kirin.
XS
SM
MD
LG