Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Jinêva 2 Çawa Destpê Kir?


Gotûbêjên aştîyê jibo dawîanîna şerê navxweyî li Sûrîyê bi şêweyekî leç destpê kirin, dema ku rikberîyek li ser paşeroja Serok Beşar Esed gefeya roxandina danûstandinan kirin, berî ku destpê kiribana.

Navbirê Neteweyên Yekbûyî Lexder Brahîmî dê bi awayekî cuda ligel herdu alîyên nakokîya Sûrî roja Pêncşemê kom bibe, da ku binêre ku ew dikarin di danûstandinên rû bi rû de lihev rûnên. Biryar e ew danûstandin roja Înîyê li bajarê Montreux yê Swîsrayê pêk werin.

Hemdem, şer li Sûrîyê berdewam kir. Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê pevçûn û êrîşên asmanî li seranserê welêt ragihand.

Nêzîkî neh milyon Sûrî, anku 40 ji sedî ji rêjeya xelkê Sûrîyê, jiber şer ji cih û warê xwe hatine derxistin. Li gorî karbidestên mirovahîyê yên NY, dora 250 hezar kes li Sûrîyê bê alîkarî dimînin. Milyonên din li deverinan dijîn ku kes nikare xwe bigihîne wan.

Jibo bêtir agahîyan, li vê raporta dengî guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG