Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Azadîya Seranser Cîhanê Kêmtir Bûye


Raporta Mala Azadî anku Freedom House dibêje, asta azadî li seranser cîhanê kêmtir bûye.

Freedom House dîyar dike ku pirtir jî nîvê şenîyê dinê, yan bê azadê dijî yan jî bu azadîyên sînorkirî.

Rêxistina Mala Azadî, ku bingeha wê li Washingtonê ye, di raporta xwe ya salane de rewşa azadîyan li 195 dewlet û 14 herêman tîne pêş çavan.

Freedom House raporta xwe li gor agahîyên ser bingeha mafên sîyasî û azadîyên civakî amade dike.

Di raporta îsal de Erebîstana Saudî û Sûrîye di nav 10 welatên herî dawî ya zad de cîh digirin.

Herwiha tê gotin ku % 83 gelê li Rojhilata Navîn di şertên “ne azad” de dijîn.
XS
SM
MD
LG