Lînkên eksesibilîtî

Hoşeng Biroka: Vemirandina Agirê Şerê Sûrî Ne Di Destê Sûrîyan De ye


Hoşeng Biroka

Nivîskar û lêvekol Hoşeng Biroka dibêje eger rikaberî qayîl be bi her şêweyekî jibo mana Esed, ewê rewayî ya xwe ji dest bide.

Raport ji danûstandinên Jinêve 2 îro Dûşem ne gelek geşbîn in piştî pirsa hikûmeta demî ketî ber vekolînê. Çêgirê Wezîrê Derve yê Sûrî gote rojnamevanan ew nehatine Jinêvê kilîlên Dîmeşqê bidin rikaberîyê. Navberê danûstandinan Lexder Îbrahîmî civîn verevand.

Nûnerên rikaberîyê derxistina Esed ji desthelatê kirîye mercê yekê jibo danûstandinan. Jêderên derveyî civîna amaje dikin hewlên pişt perdeyan bo berdewamîya konfiransê Jinêvê û dîtina şêweyekî herdû layenan qayîl bike.

Lê Hoşeng Biroka, nivîskar û lêvekol gote Dengê Amerîka, eger rikaberî qayîl be bi her şêweyekî jibo mana Esed, ewê rewayî ya xwe ji dest bide. Wî got, vemirandina agirê şerê Sûrî ne di destê Sûrîyan de ye, belku di destê welatên xwedî ecende deye.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Biroka faîlê deng dagire;

XS
SM
MD
LG