Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biro: Îbrahîmî Dixwaze Pitir Dem Bide Babetên Mirovanî


Endamê desteya rikaberîyê Sûrî li danûstandinan Îbrahîm Biro dibêje ku Lexdar Îbrahîmî dixwaze pitir dem hebe jibo miştûmirê liser babetên mirovanî.

Pêşvenêrê Neteweyên Yekgirtî Lexder Îbrahîmî got, danûstandinên aştîyê li Jinêve 2 dê berdewam bin, lê pirsa pêkînana hikûmeta demê veguhastinê tê paşxistin heta giranî bikeve ser wan pirs û babetên egera rêkeftinê li ser wana bihêze.

Liber bu herdû layen dest bi danûstandina bikin li ser pirsên sîyasî yên weka paşeroja Serok Beşar Esed. Lê li kombûna dawî nunerên rijêma Esed daxwaz kir giranî danin ser şerê li dijî tîrorê û rawestandina alîkarîyên çekan ji serhildayan re.

Endamê desteya rikaberîyê li danûstandinan Îbrahîm Biro gote Dengê Amerîka, Lexder Îbrahîmî dixwaze pitir dem hebe jibo miştûmirê li ser babetên mirovanî. Birêz Îbrahîm Biro pêşbînî kir çend rojên din dî nunerên hikumeta Esed danûstandinan dirêj bikin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Îbrahîm Biro faîlê deng dagire;

Hevpeyivin digel Ibrahim Biro
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG