Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemîl Diyarbekirlî: Opozisyon jibo Gelê Sûrîyê Hatiye ser Maseya Danûstandinan ligel Rejîma Esed


Nûnerê NY li konferansa Jinêv 2 ya taybet bi Sûrîyê
Nûnerê NY li konferansa Jinêv 2 ya taybet bi Sûrîyê
Civînên di navbera şandên hikûmet û opozisyona Sûrî li bajarê Jinêvê berdewam dibin, bêy encamên rasteqîn ji wan derkevin, wekî ku şirovekar dibêjin.

Neteweyên Yekbûyî, li ser zarê nûnerê xwe yê taybet Lexder Brahîm, dibêje ku nakokîya Sûrî gelekî aloz e û ev yek jî karvedana xwe li ser pêvajoya gotûbêjên di navbera herdu alîyan de heye.

Gelek xal hene ku hîn cihê kêşebarîyê ne. Mesela çûna Serokê Sûrî Beşar Esed yek ji wan e. Rejîm her dibêje, nabe ku çûna Esed bibe cihê nîşaqê û opozisyonî dibêje, ew hatiye Jinêvê da ku çûna Esed gotûbêj bike û paşê dest bi avakirina hikûmeteke veguhêz bike.

Endamê şandeya ragihandinê ya ligel Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî Cemîl Diyarbekirlî, ji Dengê Amerîka re dibêje, çûna Esed bûye armanca gelek welatan jî ku rolekê di van gotûbêjan de dilîzin.

Birêz Diyarbekirlî dibêje, ev şandeya rejîmê ku hatiye danûstandinan ti desthilat tune ye ku biryara beşdarbûn an nebeşdarbûna Esed di paşeroja Sûrîyê de. Lewra ew nikarin nuha tiştekî bi ser bixin, jiber ew tenê hatine da ku berevanîya Esed û rejîma wî bikin.

Li gorî programa konferansa ku NY serpereştîya wê dike, her roja ku opozisyon û rejîm lihev kom bibe, ewê babetek li ser acendeyê were gotûbêjkirin. Babet jî hilanîna dorpêçkirina li ser bajaran, peydakirina korîdorên mirovahî, azadkirina girtîyên siyasî û dawî jî damezrandina komisyoneke desthilatê ya veguhêz e ku tê de qoxana demkî were rêvebirin.

Cemîl Diyarbekirlî dibêje, jiber van xalan jî şanda opozisyonê girîngîyê dide hemû babetên ku tên giftûgokirin, jiber ku ew dawîya dawîya di berjewendîya gelê Sûrî de ne.

Nûnerê NY Lexder Brahîm dibêje, ewê roja Sêşemê herdu alî careke din lihev kom bibin, da ku bingehên Jinêva 1 werin gotûbêjkirin ku Jinêv 2 li ser wê hatiye lidarxistin. Lê pirs dimîne, ew çawa ev yek biserkeve, eger şanda Sûrî heta nuha pênasînê bi xalên bingehîn yên Jinêva 1 nake.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG