Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Bila Pergala Cerdevanîyê Rabe"


Diyarbekir- Ji aliyê Komeleya Komeleya Mafê Mirovan û Piştgirîya jibo Mazlûman (Mazlumder) di çarçova kampeyna "Bila Pergala Cerdevanîyê Rabe" panelek hat lidarxistin.

Serokê Mazlumdera Dîyarbekirê Abdurrahim Ay destnîşan ji sala 1984'an ku ev pergal hatiye destpêkirin vir ve cerdevan li herêmê bûne egera bi hezaran êrîş, revandin û kiryarên dijî qanûnê. Wî got jibo aştîya civakî divê pergala cerdevanîyê were rakirin.

Nivîskar Nesrîn Uçarlar jî got, di salên pêşî de dewletê jibo ewlekariyê qoricî zêde kir lê paşê sîstema qoricitiyê weke amûra îslahkirina kurdan bikar anî.Wê diyar kir, heta ku dewletê kir kesî nikaribû ku bibêje ew kurd e, jiber ku Kurdbûn wekî PKKê ango terorê dihat dîtin.

Nivîskar û lêkolîner Mehmet Altan jî destnîşan kir. pêvajoya çareserîyê gaveke dîrokî ye lê dibîne ku dewlet hîn jî cerdevanên nû digire, qereqolên nû yên leşkerî ava dike. Wî got dewlet jibo çarseriya pirsa Kurd ticarî naxwaze amûrên şerî ji dest deyne. Herwiha daxuyakirin ku divê pergala cerdevanîyê rabe lê jibo wê jî divê bingeha rejîma dewletê were guhertin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG