Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîna Nexweşiya Penceşêrê


Ajansa nexweşiya Penceşêrê ya Rêkxistina Saxlemiya Cîhanî, World Health Organization di raportekê de dibêje tê çaverê kirin heta 20 salên din jimara kesên nexweş bi Penceşêrê li cîhanê 57 li sedê zêde bibe.

Raporta li ser Penceşêrê ku roja Sêşembî hat belavkirin pêşbîn dike ku jimara nexweşên Penceşêrê ku bi texmîn li sala 2014ê 14 milyonin, heta 20 salên din bibe 22 milyon di salekê de.

Herwiha, jimara kesên bi tê çaverê kirin bi Penceşêrê bimirin, ji 8.2 milyon kesan di salekê de bigehe 13 milyon kesan di salekê de.

Di raportê de hatiye ku ya fere girnî bê dan bi rêbazên saxlemiya giştî mina kêmkirina cigarekêşanê, kêmtir bikaranîna elkolê û xwarnên şirîn, û zêdekirina bernamên girtina wêneyên X-ray.

Pitir ji 60 li sedê ji nexweşên Penceşêrê li Afrîka, Asya, û Amerîka Naverast û Başûr dijîn.
XS
SM
MD
LG