Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Soza Xwe bo hilanîna Çekên Kîmyawî Pêk Nayîne


Hikûmeta Sûrî careke din soza radestkirina hemû çekên xwe yên kîmyawî di dema wê de pêkneanî, ku beşek bû ji rêkeftineke navneteweyî.

Li jêr wê rêkeftinê, biryar bû Sûrîyê li 5ê Sibatê çekên xwe yên kîmyawî radest kiriba. Ew dem ji alîyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ve hatibû danîn.

Heta nuha hikûmeta Sûrî du bar tenê ji çekên xwe yên kîmyawî şandine da ku werin wêrankirin. Ev jî kêmî rêjeya pênc ji sedî ye ji hemû cebilxaneya wê kîmyawî.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî dibêje, hikûmeta Şamê ne bi hemû karîna xwe kar dike ku ev erk di dema xwe ya destnîşankirî de bidawî bibe.

Hefteya bûrî, rêxistina cîhanî bang li Sûrîyê kir ku “lezê di karê xwe de bike.”

Roja Sêşemê, karbidestên Rûsya gotin ku Sûrîyê xwe jibo demeke nû amade dike û dê heta dawîya vê mehê barekî mezin ji çekên kîmyawî hilîne.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî, 30ê meha şeşan anku Hezîran ji Sûrîyê re danîye ku tê de çekên xwe yên kîmyawî hilîne.

Ew peyman bi serkêşîya Amerîka û Rûsya hatiye kirin, piştî êrîşeke çekên kîmyawî li Tebaxa bûrî li derdora Şamê bû sedema kuştina bi sedan kesan. Serokê Sûrî Beşar Esed bepirsîya wê êrîşê red kiribû, lê li Êlûna bûrî qebûl kir alavên çekên kîmyawî radest bike.
XS
SM
MD
LG