Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tûndutûjîyên Îro de Çend Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqê radgehînin ku roja Înê çekdaran li seranserî welatî 7 kes kuştin ku yêk li wan sîyasetvanekê Şîa bû ku biryar bû li helbijartinên parlimanî li meha çar Nîsanê wek berbijar beşdar bibe.

Karbidestên polîsan got Hamza al Şimmarî, ku berbijarekê lîsta partîya Ahrar ya ser bi melayê Şîa Muqtada al Sadr bû bo helbijartinên 30 meha çar, îro teqe lê hat kirin û kuştin li taxa Ghazaliya li rojava Bexda.

Li gor gotina Şaredar Şalal Aboul her îro, otombîleka bombekirî li bajarê Tuz Xurmato li bakur çar kes kuştin û 28 kesên din.

Karbidestên polîsan û yên nexweşxanê li bajarê Mosil li bakur got, çekdaran du endamên kêmaniya Şebek kuştin.
XS
SM
MD
LG