Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî bi Karbidestên Rûs û Amerîkî re Civî


Nûnerê navnetewî yê danûstandinên Cenevê Lexder Brahîmî îro Pêncşemê bi karbidestên Rûsî û Amerîkî re kom dibe ku çawanîya pêşvebirina danûstandinan gotûbêj bike.

Brahîmî di hevdîtinên xwe de ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Gennady Gatilov û Alîkara Wezîra Derve ya Amerîkî Wendy Sherman kom bû.

Di heman demê de, bizavkar li Sûrîyê radigihînin ku bi dehan kes, li taxên Helebê yên bin kontrola serhildayan, hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, ku bingeh li Brîtaya ye, îro Pêncşemê ragihand ku herî kêm 51 kes di êrîşên asmanî yên hikûmetê de, li Helebê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG