Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Misrê Karvekêşana Xwe da


Serokwezîrê demi yê Misrê Hazem el Beblawî îro ragehand ku hikûmeta wî karvekêşana xwe daye, lê egera hindê diyar nekir.

Hikûmeta demi ku leşkerî piştevanî lê dikir hat ser desthilatê piştî ku leşkerî serokê berê Mohamed Morsî li meha heft ya par laday.

Biryare ku Misr li meha çar Nîsanê, helbijartinên serokatîyê bike, û li paşî parlemanê nû bê helbijartin.

Serokê leşkerî Abdel Fattah el Sîssî hêşta negotiya ku dê bo helbijartinên serokatîyê xwe berbijar bike, lê gelek zêrevan bawer dikin ku ew dê xwe berbijar bike û dê gelek piştevaniyê bi dest bîne.
XS
SM
MD
LG